Skip Navigation Links
Start
Civat
Siyaset
Dokument
Sport
Magazin
Arşîv
Kontakt
Skip Navigation Links
 
Jİ RAYA GİŞTİ YA KURDİSTANÊ RE
2015-10-19 10:22
Jİ RAYA GİŞTİ YA KURDİSTANÊ RE

10-01-2015 ji bona yekîtiya PDK-ê, li bakur û bi giştî yekîtiya xeta netewî û demokrat li bakurê Kurdistanê bi navê ”ÎNSİYATÎFA YEKÎTİYA PARTİ DEMOKRAT A KURDİSTAN” Komisyonek bi beşdar bûne 120 siyasetmedaran hate awakirin.
Ew komisyon, ji 12 kesan hatiye pejirandin di civîna me yên li bajaran de komisyon berfireh bû komisyon ji 32 kesan ji bo kar û xebata dan û standina ji bo yekîtî û yekrêziya PDK li bakurê Kurdistanê û yekîtiya xeta netewî û demokrat hate awakirin li gôr prensib û rêbazên di wê civînê de hate pejirandin, dest bi kar û xebatên xwe kir û xebata xwe berdewam kir û dike.

Me weke mesuliyet û hesasiyetên li gora pejirandina di wê civînê de û civînên me yên bi giştî de hatin diyar kirin, xebata xwe bi partî grup û tevgeran re û bi civînên di bajaran’de ji bona yekîtiya bi hevrebûn û yekrêziyê meşandin.

Di nava wê pêvajoya ku em tê de derbas bûn û berdewam dikin, me tû carî hêviyê xwe yên ji bona yekîtiya xeta netewî û demokrat û herweha ji bo yekîtî û yekrêziya PDK li bakur çêbibe winda nekir.

Ji ber ku parçebûn ne ji bo berjevendiya neteweya milletê kurd e.
Em weke ”ÎNSİYATÎFA YEKÎTİYA PDK Lİ BAKUR” bi hesasiyet û prensibên dilsôzane dimeşin û berdewam dikin û emê her tim aliyê yekîtiya xeta netewî û demokrat û yekîtiya PDK li bakur bin.
Di kar û xabatên xwe yê ji bona yekîtiya parçebûne PDK li bakur û xeta netewî û demokrat da li ser hessasiyet û üslübên exlaqî û dilsôzane dimeşîn û emê berdewam bikin.

Weke raya giştî jî agahdar e, ku gelek rexneyên bê bingeh û bûxtanên bê bingeh ji exlaqekî dûr li hember me li ser reya sosyal medyayê hatin xebitandi.
Em li hember wan bûxtanên bê bingeh û rexneyên bê bingeh bê deng man û me tehamûl kir.
Û emê her ji bona berjevendiya yekîtiya xeta netewî û demokrat wê bê dengiya xwe ya li hember bûxtanên bê bingeh berdewam bikin.

Kesên ku li ser navê çi rêxsitin û gruban heqaretên bê bingeh li me kiribin, tirsa wan ji yekîtiya xeta netewî û demokrat heye..

Ewên ku bûne sedemên parçebûna PDK li bakur, elbete ji yekîtiya PDK li bakur ditirsin. Em baş dizanin wezîfedariya spekülasyonan jî seneta ke ne.
Wezîfedariya bûxtanên bê bingeh jî seneta ke.
Ew senetê bûxtanên bê bingeh di nawa hinek rêxistinên me yên bakur de û bi teybetî di mêjiyê hinek kesayetiyên de bi cih bûye û wezîfeyek ne diyar dikin.

KOMİSYONA İNSİYATİFA YEKİTİYA PDK (Lİ BAKUR) me pêwistî bi vê daxuyaniyê dît ku em qet wan spekülasyonên di derheqê me de di hatin gotin ciddî nabînin û kesên tû eleqet û girêdanên wan di demek direj de bi komisyonê re ne mane li ser navê komisyonê dixwazin komisyonê weke alîyekî grubî û ji mecra rêbaza me li ber xwe dani dûr bikin û bikin bin tôhmetên bêrêzik de.

Em weke ”Însiyatîfa Yekîtiya PDK (Li Bakur) terefê yekîtiya xeta netewî û demokrat in.
Me hay ji hesasiyet û rêbaza ku me pejirandî heye.
Em tû carî em nebûn û nabin aliyê spekülasyonan û bûxtanên bê bingeh.
Lê em mecbur man ku di demek dirêj de ye tu eleqet û girêdanên wan di nava komisyona insiyatîfê de nema ye, li ser navê komisyonê xwe didin nişandan û komisyona insiyatîfê dikin bin tôhmetan de.

Ji bo raya giştî zanibe, ku ew kes û kesên ji ûslûbên exlaqî dûr in ku me bi ”illîzyonîstî û şaklaban”î sûcdar dikin em dizanin çima di destpêkê de di nawa komisyonê de cih girtin dizanin.
Em weke exlaqî bersiva wan bûxtanên wan nadin.
Ev kesên ku di destpêkê de endamê komsiyonê bûn M.Emin Dicle- Baha Mutlu û Sabrî Sosyal di demek dirêj de tu eleqet û girêdanên wan bi komisyonê re nemaye.

Lê berî çend rojan Sabrî Sosyal weke endamê komisyonê tenê na, weke li ser nawê komsiyonê xwedî biryar e, di lêgerînek nû de xwe daye nişandan û li ser navê komisyona insiyatîfê ji exlaqî dûr xwe diyar kiriye.
Em dibêjin mafê Sabrî Sosyal a ku li ser navê xwe her biryara bide.
Lê li ser navê komisyona insiyatîfê tu mafê wî nîne.
Sabrî Sosyal ne endamê komisyona insiyatîfê ye.
Çi dîtin û biryarê Sabrî Sosyal hebin ji bo danû standinên bi lêgerîn û civînan de ev mafê wi ye, lê komisyona insiyatîfê girê nadê.

18-10-2015

AHMET ACAR
BERDEVKÊ KOMİSYONA İNSİYATİFA YEKİTİYA PDK (Lİ BAKUR)