Skip Navigation Links
Start
Civat
Siyaset
Dokument
Sport
Magazin
Arşîv
Kontakt
Skip Navigation Links
 
BANGNAMEYA ÎNSİYATIFA YEKİTİYA PDK (Lİ BAKUR)
2015-05-31 18:52
31/5-2015 Kurdistan
Brano verin em li emanetê serok û rêberê xwe yê qahraman, qadî mihammedê pêşewe, şêx Mahmud berzencî şex Abdulselam barzanî û şex Ahmed barzanî Mele Mistafa Barzanî, Şêx Saîd, Seyîd Rıza, Dr Nurî Dersimî, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya, û bi giştî şehîdên Kurdistanê xwedî derkevin....

Kurd û Kurdistaniyên hêja;
Rêxistin, komel, grup, kesayetiyan;

Brano, verin em hemû gotin û tevgerên ku Kurdan ji hev dûr dixin û Kurdistanê di bin dagirkeriyê di hêlin di bin gavê xwede bifetisînin.

Werin em li rêbaza Barzaniyê qehreman û destkeftê başûrê Kurdistanê û helveste Serxwebûnê bi yekîtî û yekdengî xwedî derkevin.

Werin em bi yekîtî û yek dengî piştgiriye serokê Devlete Federe Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî û helvesta cenabê wî ya serxwebûnê xwedî derkevin.

Em hemû fikrê li dijî yekîtiya xeta netewî û demokrat û serxwebûnê di ûcdanan" da mehkûm bikin û em rûyê xwe ji wan biguherînin.

Lawra, rewşa me ye îro encama parçebûne me ye.Bêtifaqî,cudabûn, xisarê dide hebûne me,.
Êş û janên me,îro me dawetî yekîtiyê dikin.

Bila be, em bibin yek, di ser êş û janan re bê jî, emê qabûl bikin. Bi tenê bila em bibin yek.
Bi tenê em bi hevre bixabitin li ser armanca kurd û kurdistanî û erdingeri û ala xwe em bibin yek deng.

Em bibin Kurdistaniyek yek parçe û yek deng.
’’Belkî sibê ji me hemûye re bibê dereng!’’.

Brano, werin em yek deng bin, milê xwe bidin hev, zincîrê kolonyalîst û dagirkeran biçirînin.
Bi hev re, li ser erdingeriye xwe desthilatdar bin.

Brano, werin em êş û janê xwe bi hevre parve bikin sedemê, parçebûne xwe bi bratî nîqaş bikin, em di xeletiyê xwede israr nekin, berjevendiyê kesayetî terk bikin.
Berjevendiya Kurd û Kurdistanî li ser her tiştî re bigirin.

Em bi vî reh û rîşalê xwe yî netewî, banga xwe bi rîya çepemeniyê di gihînin partî, tevger, grup, komel, kesayetiyên sîyasetmedarê netew û demokrat û alîgirên kurdistanî bi rêz û şanezî ve dawetî civîne yekîtiya netew û demokrat 14-06-2015 li bajarê RUHA’yê dikin.

Bi beşdariye ve emê şad û baxtewar bin.

LİJNEYA ÎNSİYATIFA YEKİTİYA PDK (Lİ BAKUR)