Skip Navigation Links
Start
Civat
Siyaset
Dokument
Sport
Magazin
Arşîv
Kontakt
Skip Navigation Links
 
Şêx Ednan Heqi, şêxê Basret, yê Bota, çû ser dilovaniya xwe
2015-05-22 12:04
Mediakurd, 22/5-2015
Duhi, 21/5-2015, şêx Ednan Heqi Alwanî, kurê şêx Birahim Heqi, şêxê Basret, yê botan, li Stenbolê, çû ser dilavoaniya xwe.

Şêx Ednan Heqî, di biçûktiya xwe de, ji ber ku malabata wî, ya şêx Hisênê Basretî piştgiriya serhildna şêx Seîd kiribû, digel malbata xwe derbederî Kurdistana rojava bûbû.

Xwedêjêrazî şêx Ednan Heqi Alwanî, li Kurdistana rojava mezin bûye.
Ew mamê Dr.Cuwan Heqi bû.

Şêx Ednan, weke alimeki dînê islamê yê mezin û herweha welatparêzeki kurd, kurdistanî, dihate naskirin.

Li Kurdistana rojava, miletê kurd gelek qedirşinaziya
Xwedêjêrazî şêx Ednan Heqi digirt.

Miletê kurd ew weke şêxekî xwe yê kurd, kurdistanî, welatperwer dizani.

Îro wî ji Stenbolê dibin Kurdistana Rojava, li gundê Hilwa yê ku ew lê jiyaye diveşêrin.

Xwedê cihê şêx Ednan Heqi (basretî) bike cennet.